Li ser zeviyên şorax bi saya piştevaniya sera hatin avakirin

Bi saya projeya Îdareya Pêşketina Herêma GAPê va li Îdila navçeya Şirnexê li ser 7 dekar zeviya şorax 7 sera hatine avakirin û sewze lê hatine danîn.

Li ser zeviyên şorax bi saya piştevaniya sera hatin avakirin

Bi saya projeya "Îdareya Pêşketina Herêma GAPê va li Îdila navçeya Şirnexê li ser 7 dekar zeviya şorax 7 sera hatine avakirin û sewze lê hatine danîn.

Îdareya Pêşketina Herêma GAPê di çarçoveya "Projeya Pêşvebirina Seravaniyê" da ji bo zeviyên şorax bi kêrî çandiniyê bên xebat da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê da li Îdila navçeya Şirnexê ser 7 dekar zeviya şorax 7 sera hatin avakirin û niha sewze lê hatine danîn.

Projeyê sala par dest pê kir û 3 jê jin 7 kesan serî li projeyê da û di rêbendana îsal da projeyên ku ji sedî 70yê wî bi piştevaniya dewletê wê bên çêkiririn, hatin pesendkirin. Li gundên Alakamiş, Çigir, Tepecîk, Ozbek û Kurtuluşê û li navenda Îdilê li ser 7 dekar zeviyê 7 sera hatin avakirin.

Di van serayên niha ji bo 37 kesan bûn deriyê debarê da li 3 heban firingî û li yên din jî xiyar hatine danîn.

Bazinê xwe hûr kir û sera ava kir

Athan Ay (45) a li gundê Tepecikê ku 4 zarokên wê hene tevlî hîbeya dewletê 2 bazinê destê xwe hûr kir û pê sera ava kir û wiha pê da çû: "Me firingî berhev kirin û gelek jî baş bûn. Em di nav 2-3 rojan da bi qasî tonekê diçinin. Mala dewletê ava be em kirin xwedî kar."

Di seraya Ayê ava kir da 5 jin dixebitin û ji wan yek jî Canan Deger bû û wê got: "Demên berê da ji bo paleyiyê em diçûn Antalya, Edene, Mêrsîn û Îzmirê lê îsal ji ber ku li vê derê dixebitim kêfxweş im."

Mevlude Oktana li gundê Alakamişê sera ava kir jî got ku ew nêzî 2 mehan e ji serayê xiyaran diçinin û heta niha 17 ton çinîne.

"Ji bo me zeviyên nayên bikaranîn pêşdatir in"

Endezyarê Ziraetê Selman Tasmanogluyê di Midûriyeta Navçeyê ya Çandinî û Daristanê da wezîfedar e û kordînetiya projeyê dike got ku ew dixwazin bila mirovên li gundan jî bibin xwedî kar û wiha pê da çû: "Qelîteya sewzeyên di serayê da ne di asta îxrackirinê da ne. Em vê mînakê dixwazin ku cotkarên din jî tevlî vê yekê bikin. Ji bo me ziviyên şorax pêşdatir tên û em li ser wan xebatê dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE