"Li seranserê Turkiyeyê hejmara ekîbên filyasyonê 4 hezar û 600 e"

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Li Turkiyeyê di hefteya 4emîn de xurtiya zêdebûna pêketinê derbasî ber bi nizmbûnê ve bû."

"Li seranserê Turkiyeyê hejmara ekîbên filyasyonê 4 hezar û 600 e"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li Komelgeha Bîlkent Wezaretê, piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyaniyê dan. 

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Li Turkiyeyê di hefteya 4emîn de xurtiya zêdebûna pêketinê derbasî ber bi nizmbûnê ve bû. Pişkinîna giştî rêbaza rast nîn e, ji bo encamên pêbawer jî aqîlane jî nîn e. Em bi yekoderbo kar dikin. Em hinerê didin dîtina ku kesên îhtîmala wan a pêketinê bilind e. Pişkinîna temasa berbelav, şopandina şidiyayî; rêya pêşqutkirina şewbê ev e. Nizimbûna xurtbûna zêdebûna pêketinan, hêdîbûna xurtbûna zêdebûna mirinan, nîşana wê yekê ye ku em li ser rêya rast in."

Wezîr Koca anî ziman ku hejmara giştî ya kesên ku ekîbên me yên filyasyonê wan dişopînin 251 hezar û 28 e. û wiha got, "Li seranserê Turkiyeyê hejmara ekîbên filyasyonê 4 hezar û 600 e. Bi teşxîsên pêşwext him em rê li ber belavbûnê digirin û him jî dibe ku jiyana yên di koma rîskê de tê rizgarkirin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca wiha pê de çû:

"Di 24 saetên dawîn de hejmara pêketiyan 4 hezar û 62 e, ya miriyan jî 107 e hejmara mirinan bû 1403. Heta îro 261 hezar û 989 kesên ku di zincîra temasê de bûn, hatin tesbîtkirin. Nêzîka ji sedî 96ên wan hatin şopandin. Heta îro hejmaa testan gihişt 443 hezar û 626an, hejmara pêketiyan gihişt 65 hezar û 111an. Bi giştî 4799 nexweş hatin taburcîkirin."

Wezîr Koca bal kişand ser wê yekê ku rewşa Turkiyeyê ji ya cîhanê cudatir dimeşe û got, "Digel zêdebûna pêketiyan, di hejmara razandina li nexweşxaneyê û hejmara nexweşên di beşa nexweşiyên giran de kêm dibe. Li ti devera cîhanê wisa nabe."

Wezîrê Tendirustiyê Koca destnîşan kir ku li Turkiyeyê xurtiya zêdebûna pêketina koronavîrusê kêm bûye û ber bi xeta lûtkeyê ve diçe û got, "Heta ku pêlbûneke din çênebe ez di wê fikrê de me heta heftiyek duyan emê bigihijin xeta lûtkeyê."

Koca wiha jî got, "Heke pêwîstbû em dikarin digel gelek welatan xebatên vaksînê bikin lêbelê em xebatên xwe di xala sepanên klînîkê de giringtir dibînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE