Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Türkiyeyê di çarê çileya pêşîn roja înê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Hefta borî piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya li Kuliyeya Serokomariyê çêbû, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tevdîrên nû yên ji bo Kovîd-19ê eşkere kir.

Erdogan got di nav heftê da her roj saet di navbera 21.00-05.00î û di dawiya hefteyê jî roja înê ji saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê qedexe be.

Di vê çarçoveyê da li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva ya di çarê çileya pêşîn roja înê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Heta biryareke nû bê dayîn ev qedexe wê wiha dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE