Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

 Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Türkiyeyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Di 30yê Mijdara 2020î da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Türkiyeyê di nav hefteyê her roj di saet 21.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja inê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya seranserê Türkiyeyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Li Türkiyeyê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşîn da derketina derva hatibû qedexekirin, ev jî cara heftemîn e.

Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE