Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Türkiyeyê di 26ê Sibatê roja înê saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Di 30yê Mijdara 2020î da li Kuliyeya Serokkomariyê Civîna Kabîneya Serokkomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serok Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Türkiyeyê di nav hefteyê da her roj di navbera saet 21.00-05.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja înê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya seranserê Türkiyeyê di 26ê sibatê roja înê saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.

Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE