Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya duh şev di saet 20.00î da dest pê kiribû, qediya.

Li seranserê Türkiyeyê qedexeya derketina derva qediya

Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Türkiyeyê duh şev di saet 20.00î da dest pê kiribû, qediya.

Bi danezana Wezareta Karên Navxweyî va heta biryareke nû bê dayîn di dawiya hefteyan navbera saet 10.00-­20.00î da derketina derva wê qedexe be. Kargehên hilberînê, îmalatê û tedarikê wê serbest bin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya duh şev di saet 20.00î da dest pê kiribû, îro di saet 05.00an da qediya.

Piştî vê heta biryareke nû bê dayîn di dawiya hefteyan da ev qedexe wê bi vî awayî dewam bike.

Ji bilî vê kesên temenê wan ji 65î zêdetir in di nav rojê da wê tenê di navbera saet 10.00-13.00an da, ciwanên piştî 1ê çileya paşîn a 2001î hatine dinyayê û yên temenê wan ji 20î biçûktir in wî wê bi tenê di navbera 13.00-16.00î da bikaribin derkevin derva.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE