Li seranserê welêt ji 98 şewatan 88 heb hatin kontrolkirin

"Ji bo 10 şewatên mayî jî hildin bin kontrolê kar û xebat tên kirin."

Li seranserê welêt ji 98 şewatan 88 heb hatin kontrolkirin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Pekîr Pakdemirlî ji bo agirên ku li seranserê welêt li 98 deran bi daristanan ketibû daxuyanî da û got ku ji wan şewatan 88 heb niha hildane bin kontrolê.

Pakdemirlî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got: "Ji 98 şewatên ku di navbera 28-31ê Tîrmehê da bi daristanan ketibûn jê 88 heb me hildan bin kontrolê. Ji bo 10 şewatên ku dewam dikin jî bi hewl û xîret kar û xebat didomin."

Wezîr Pakdemirlî di peyama xwe da tabloyeke ku deverên şewat lê dewam dikin jî weşand û li gor wê agahiyê niha li Edeneyê deverek, li Antalyayê 3 dever, li Mêrsînê 3 dever, li Muglayê 2 dever û li Osmaniyeyê jî devereke daristan lê hene dişewitin û ji bo temirandinê jî xebat bi şev û roj dewam dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE