Ji bona Roja Dayikan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Dayikên fedakâr nayên jibîrkirin.
Reyhan Bali ji Semsûrê ye. 3 zarokên wê yên astengdar hene. 6 sal beriya vê mêrê wê çûye ber rehma Xwedê.
Reyhan Xanim di nav zehmetiyan de li zarokên xwe dinêre.
Li Dêrîka Çiyayê Mazî, qeymeqam Hakan Kafkas û şandeya bi wî re çûn serdana dayika şehîdê 15ê Tîrmehê.
Barîka Eşîta Dayika Şehîd Mahmut Eşît bi hatina mêvanan re pir kêfxweş bû.
Li Dêrxasa Mûşê, Şaredar Hikmet Karayel dayika 5 astengdaran ziyaret kir.
Malbat bi vê serdanê kêfxweş bû. Şaredariyê jî ji bo alîkariyê soz da malbatê.
Li seranserê dinyayê yekşema didoyan a meha gulanê wek Roja Dayikan tê pîrozkirin.