Li seranserê welêt "Sepana Hizûr û Ewlehiya Türkiyeyê" hat kirin

Di sepanê da hezar û 311 kesên ji ber sûcên curbecur li wan digeriyan hatin qefaltin, 119 wesaîtên lê digeriyan hatin tesbîtkirin û 964 wesaît ji trafîkê hatin menkirin.

Li seranserê welêt "Sepana Hizûr û Ewlehiya Türkiyeyê" hat kirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ekîbên ewlehî, cendirme û ewlehiya peravan li seranserê welêt li 7 hezar û 783 ciyan bi beşdariya 60 hezar û 633 personelan "Sepana Hizûr û Ewlehiya Türkiyeyê" kirin.

Di sepanê da hezar û 311 kesên ji ber sûcên curbecur li wan digeriyan hatin qefaltin, 119 wesaîtên lê digeriyan hatin tesbîtkirin û 964 wesaît ji trafîkê hatin menkirin.

Li gor agahiyan di "Sepana Hizûr û Ewlehiya Türkiyeyê" da der barê 79 dezgeh û hezar û 384 kesên tevdîrên vîrusa koronayê binpê kirine da kar û barên îdarî û edlî hatin meşandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE