Hejmara nexweşên vîrûsa kronayê zêde dibe lê gelek jî vîrûsê têk dibin û baş dibin. Li Siirtê piştî tedawiyê 8 kes ji vîrûsê filitîn û ji nexweşxaneyê derketin. Doktor û hemşîreyan nexweşên xwe bi çepikan oxir kirin.
Li tevahiya Turkiyeyê zêdetirî 3 hezar kesî vîrûsa koronayê têk bir.
Tenê li Siirtê 55nexweş baş bûn.
Herî dawî hin nexweşên din jî ji vîrûsê filitîn û zivirîn mala xwe.
Tevî zarokekî yek û nîv salî, jineke ducanî û kalemêrekî 68 salî 8 kesên din jî baş bûn.
Tedawiya nexweşan wê li malê jî dewam bike.
Doktor û hemşîre di dema derketina nexweşan de li çepikan dan û ew wisa oxir kirin.
Doktoran hişyar jî kir û gotin ji mala xwe dernekevin.