Li Siirtê bi navê du şehîdan du pirtûkaxane hatin çêkirin

Karmendên Sivasî bi navê Anil Kemal Kurtul û Muhammet Demir du pirtûkxane çêkirin

Li Siirtê bi navê du şehîdan du pirtûkaxane hatin çêkirin

Polîsên hereketa taybet anil kemal kurtul û muhammet demir di 15ê tîrmeha 2020an de li dora gundê akira berwariyê şehîd ketin. Li sêrtê memurên sêwazî ji bo wan li dibistana seretayî ya gundê heyşetê û li dibistana salih omurtak ya li navendê du pirtûkxane çêkirin...

Li Sêrtê hin xebatkarên Sêwazî ji bo xebateke taybet hatin cem hev.

Karmendên dewletê xwestin bi navê şehîd Anil Kemal Kurtul û Mihmed Demir pirtûkxaneyan çêkin.

Piştî xebatên mezin wan li dibistana gundê Heyşetê yê Berwariya Sêrtê û li Dibistana Salih Omurtak a li navendê du pirtûkxane vekirin.

Ji bo vekirina pirtûkaxaneyan merasîm hatin lidarxistin.

Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoğlu û gelek rayedar tevlî merasîmê bûn.

Karmend dixwazin ku bi van pirtûkxaneyan her du şehîd tim bên bibîranîn.

Anil Kemal Kurtul û Mihmed Demir di 15ê Tîrmeha par de, li çola gundê Akirê yê Berwariyê di operasyona li dijî terorîstan de şehîd ketibûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE