Hinarê Siirtê yê bi navê "zîvzîk" piştî ku ji şaxa darê tê jêkirin bi mehan xera nabe. Ji gelek bajaran welatî hinarê Siirtê dikirin.
Li Şîrvan û Perwariya Siirtê hinarê bi navê "Zîvzîk" tê çandin.
Ev hinar piştî ku ji şaxa darê tê jêkirin, bi mehan xera nabe.
Di çandiniya "zîvzîk" de gubreyê fenî nayê bikaranîn, ji bo vê jî organîk e.
Îsal rekolteya hinaran kêm bû, ji ber vê yekê bihayê wê li gorî par zêdetir bû.
Di serî de İstanbul, hinarê zîvzîk ji bo gelek bajaran tê firotin.