Li Siirtê dirûna nîskê sor dest pê kir

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Ergun Demirhan li ber serê zeviyekê bi cotkaran ra nîsk dirût.

Li Siirtê dirûna nîskê sor dest pê kir

Li Sêrtê dirûna nîskê sor dest pê kir.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Ergun Demirhan li ber serê zeviyekê bi cotkaran ra nîsk dirût.

Demirhan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, par ji ber hişkesaliyê wan li ser 125 hezar dekarî nîsk danîbû û jê 15 hezar ton nîsk hildabû, lê îsal ew li benda 25 hezar tonî ne.

Demirhan daxuyand, bi piştgiriya teknîkî û xebatan di 3 salan da xêr û bereket zêde bû, 2 sal berê wan li ser 70 hezar dekarî nîsk direşand, lê sal bi sal zêdetir bû.

Demirhan bajarê Sêrtê par li Tirkiyeyê di hilberîna nîskê sor da di rêza 4emîn da cih girt û wiha dewam kir, "Bi piştgirî û zêdebûna eraziyên çandiniyê va li bajarê me di 3 salên dawîn da zeviyên nîskan ji sedî 100 zêde bû. Li bajarê me 111 hezar û 400 kîlo tovê nîskan ê bi sertifîka hat belakirin û eraziyên ku nedihatin danîn, li ser nîsk hatin danîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE