Li Siirtê Erdhej: Li gundê Karabağê xisar

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) diyar kir ku li Kurtalan navçeya Siirtê erd bi lerza 5ê hejiya.

Li Siirtê Erdhej: Li gundê Karabağê xisar

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) diyar kir ku li Kurtalan navçeya Siirtê erd bi lerza 5ê hejiya. Li gundê Karabağê ku girêdayî navçeya Kurtalanê ye xisar pêk hat. Ji cihê bûyerê re ambûlans û tîmên UMKE û AFADê hatin sewqkirin.

Hacibektaşoglu ragihand ku li navenda Hezoyê û gundê wê yê Karabağê di du malên yekqatî da xesar çêbû û wiha dewam kir, "Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê, midûriya me ya bajêr, şaredarî, ekîbên me yên teknîk, AFAD û hemû ekîbên me li qadê dest bi tesbîtkirina xesaran kir. Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihiştiye mal û milkan."

Piştî erdhejê ji ser 2yan ra 2 erdhejên piçûk çêbûn, hemû ekîb li qadê ne û rûdanan dişopînin.

Hacibektaşoglu wiha axivî, "Rewşeke ku merivan têxe fikarê tuneye. Di hin kargehan da xesareke piçûk heye. Rewşa her kesî normal dibe. Tu tengasî tuneye. Hemû tesbît wê werin kirin. Derbasî be."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE