Li Siirtê operasyona dijî DEAŞê: 8 binçavkirî

 Li Siirtê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 10 şikbarên ji bo wan biryara derdestkirinê hatibûn dayîn 8 kes hatin binçavkirin.

Li Siirtê operasyona dijî DEAŞê: 8 binçavkirî

 Li Siirtê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 10 şikbarên ji bo wan biryara derdestkirinê hatibûn dayîn 8 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya xebatên deşîfrekirin û pêşîlêbirîna çalakiyên DEAŞa rêxistina terorê da operasyon kirin û ji 10 şikbarên ji bo wan biryara derdestkirinê hatibûn dayîn 8 kes binçav kirin.

Di operasyona hemdem a li navenda bajêr birin ser navnîşanên cuda da ji 10 şikbarên hat tesbîtkirin li Sûriyeyê di nav DEAŞa rêxistina terorê da xebitîne 8 kes hatin binçavkirin.

Karûbarên jêpirsînê yên li ewlekariyê dewam dikin û xebatên ji bo derdestkirina herdu şikbarên din jî ekîb dixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE