Li Siirtê qedexeya derketina derve rabû

Qedexeya derketina derva ya ku li navenda Sêrtê û çolwarê navçeya Tiloyê ji ber operasyona ser PKKya rêxistina terorê li 5 gund û 4 taxan hatibû îlankirin hat rakirin.

Li Siirtê qedexeya derketina derve rabû

Qedexeya derketina derva ya ku li navenda Sêrtê û çolwarê navçeya Tiloyê ji ber operasyona ser PKKya rêxistina terorê li 5 gund û 4 taxan hatibû îlankirin hat rakirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Walîtiyê hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma berpirsyariya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Tiloyê ji bo berterefkirin terorîstan, girtina hevkaran, sitargeh, şikeft û depoyên tê nirxandin ku ji aliyê terorîstan ve tên bikaranîn bên texrîbkirin operasyon hat kirin.

Qedexeya derketina derva ya ku di 3yê cotmehê ji saet 17.00ê pê ve li herêma operasyonê ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan li gundên Koçlu, Bayraktepe û Ekmekçîlera li navendê û gundên Çinarlisu û Taşbaltayê yên girêdayî navçeya Tiloyê û taxên Alkumru, Elmacik û Erenlerê yên ser van deran û Taxa Kargacikê ya gundê Akyaylayê hatibû îlankirin di saet 19.00ê de hat rakirin.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 10:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE