Li Sêrtê beriya du salan bi hevkariya ajansa pêşveçûnê ya dîjleyê û şaredariya bajêr, xabateke restorasyonê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de him sûka helewefiroşan a dîrokî, him jî du kolan hatin restorekirin.
Sûka Helewfiroşan bi salan ji bo danûstandinê wek navendekê bû.
Lê êdî kevin bûbû û zêde mirov nediçûnê.
Ajansa Pêşveçûnê ya Dijleyê û Şaredariya Sêrtê beriya du salan ji bo restorasyonê xebatek dabûn destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê de him Sûka Helewefiroşan, him jî du kolanên din ên bajêr hatin restorekirin.
Bi restorasyonê re reng û rûyê Sûka Helewfiroşan guherî û êdî zêdetir welatî tên sûkê.
Li sûkê nêzî 270 dikan hene û hemû jî ji xebatên restorasyonê kêfxweş in.