Li Siirtê romorka traktorê wergeriya: 5 birîndar

Li Sêrtê romorka traktorê ya ku tê de karkerên çandiniyê hebûn wergeriya, di encama qezayê de du jê xedar 5 kes birîndar bûn.

Li Siirtê romorka traktorê wergeriya: 5 birîndar

Li Sêrtê romorka traktorê ya ku tê de karkerên çandiniyê hebûn wergeriya, di encama qezayê de du jê xedar 5 kes birîndar bûn.

Traktora bi plaqeya 70 E 8441 a ku Nisrîn Evîn (45) diajot û tê de karkerên çandiniyê hebûn li rêya bajaroka Gokçebagê ya girêdayî navendê ji ber ku mîla romorkê şikest wergeriya.

Karkerên çandiniyê yên di romorkê de Kumrî Şen (60), Zeynep Yildiz (57), Abdullah Yilmaz (18), Hediye Erdogan (50) û Ferhat Çelîk (23) birîndar bûn.

Ekîbên Serwîsa Acîl a 112an birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa Şen û Yildizê xedar e.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 11:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE