Li Siirtê şivanê ku winda bû di Çemê Zarovayê da mirî hat dîtin

Cenazeyê Îmaç seba otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erûhê.

Li Siirtê şivanê ku winda bû di Çemê Zarovayê da mirî hat dîtin

 Li Erûha navçeya Siirtê şivanê ku li ber pez winda bû, di Çemê Zarovayê da mirî hat dîtin.

Mehmet Siddik Îmaçê (20) ku li texma gundê Ufacayê pez diçêrand, duh venegeriya mala xwe û malbata wî çû herêmê.

Malbata wî sol û kincê Îmaç li kêleka Çemê Zarovayê dît û cab da cendirmeyan.

Digel cendirmeyan ekîbên AFAD, UMKE û ambulansê sewqî herêmê kirin.

Ekîba xozneber a Midûriya Ewlehiya Bidlîsê jî piştgirî da lêgerînê û cesedê Îmaç li herêma ku çem dikişe Gola Bendavê ya Ilisuyê ya Prof. Dr. Veysel Eroglu hat dîtin.

Eqrebayên şivên çav pê ketin û dîn û har bûn.

Cenazeyê Îmaç seba otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erûhê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE