Li Siirtê tevnkarê 40 salan, bû "hilgêrê mîrata çandî"

Îtîl beşdarî fuarên cuda dibe, li vir dezgehê xwe datîne û betaniyan çêdike. Îtîl bi sîparîş betaniyan çêdike û dişîne nava welêt û dervayî welêt.

Li Siirtê tevnkarê 40 salan, bû "hilgêrê mîrata çandî"

 Li Siirtê Faraç Îtîlê ku gava 8 salî bû li cem bavê xwe dest bi badana masûrayê kir û tevnkariya betaniyên tîftîkê nas kir, bû "hilgêrê mîrata çandî".

Li bajarê ku ji ber betaniyên fabrîqeyê hejmara dezgehên tevnkariyê ji 300î daketiye 50yan, Îtîlê 52 salî yê ku qedera 40 salan e tevkariya betaniyan dike, dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike.

Îtîl beşdarî fuarên cuda dibe, li vir dezgehê xwe datîne û betaniyan çêdike. Îtîl bi sîparîş betaniyan çêdike û dişîne nava welêt û dervayî welêt.

Wezareta Çand û Turîzmê kesên hunera xwe bi rêya kevneşopiyê hîn dibin, hînî kesên din dikin û di hunera xwe da berhemên kemilî derdixin holê wek "hilgêrên mîrata çandî yên neşênber" diyar dike ku Îtîl bû ji van kesan. Îtîl di warê betaniyên Sêrtê da mafê wergirtina "qartê danasînê yê hunermend" bi dest xist.

Faraç Îtîl ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wî di salên xwe yên zaroktiyê da dest bi pîşeyê kir û ew niha jî bi eşqa roja ewil pîşeya xwe didomîne.

Îtîl bal kişand ku wî pîşeya bavê xwe di 8 saliya xwe da nas kir, wî wekî çirax li cem bavê xwe dest bi pîşeyê kir, dema ji dibistanê vedigeriya diçû alîkariya bavê xwe û wî masûra badida.

Îtîl wiha dewam kir:

"Wextê ku min masûra badida qet nedihat fikra min ku ez ê di vê pîşeyê da werim van rojan. Xwedê keda kesî badilhewa nake. Min heta 12 saliya xwe masûra bada, piştra bavê min li gorî min dezgeheke piçûk ji min ra çêkir."

Îtîl diyar kir ku bejna wî wê demê kurt bû û lewma wî li ber dezgehê piçûk dest bi tevnkariyê kir û wiha dewam kir:

"Wî zemanî em diçûn gundan û me tîftîk bi piştan dianî. Me vedijibart, li rexê axê me dişûşt û pey ra jî me dirist. Karekî pir bi zehmet bû. Betaniya Sêrtê wî çaxî mîna niha nedihat naskirin."

Îtîl got ku ew beşdarî festîval û fuaran dibe ku betaniya Sêrtê bide nasandin.

Îtîl her wiha got ku betaniyên ku ji mûyê bizinên tîftîkê tên çêkirin, pir tendurist in û lewma divê herkes van betaniyan bi kar bîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE