Midûriyeta Perwerdeyê ya Siirtê ji bo xwendekarên ku amadehiya ezmûnan dikin, xebateke alîkariyê da destpêkirin. Mamosteyan rahiştin pirtûkên ezmûnê û gihandin 2 hezar û 200 xwendekarî.
Li Siirtê gelek xwendekar di vê heyama koronayê de li mala xwe ji bo ezmûnan dixebitin.
Lê ji ber tevdîrên li dijî vîrûsê nikarin derkevin derve û ji xwe re pirtûkan bistînin.
Ji ber vê hewcedariyê jî Midûriyeta Perwerdeyê ya bajêr ji bo wan xwendekaran xebatek da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê de mamoste mal bi mal geriyan û pirtûkên ezmûnê dan xwendekaran.
Mamoste eşkere dikin ku heta niha li 2 hezar û 200 xwendekarî pirtûk hatin belavkirin.
Xwendekarên ku wê têkevin ezmûnê jî ji bo alîkariyê spas dikin.
Midûriyeta Perwerdeyê eşkere kir ku dê di rojên bê de jî pirtûk werin belavkirin.