Li Silopiya navçeya Şirnexê dema pîqaba ku karker vediguhastin derbas dibû teqîn çêbû, 4 karkeran canê xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li bajarokê Gorumluya girêdayî navçeya Silopiyê, li dexma girikê Kurtik, li ser rêya ku ber bi çiyayê Cûdiyê ve diçe ku hê xebata çêkirina wê didome, saet derdora 18.35an teqîn çêbû.
Pîqaba aidî fîrmeya barker ku sûtemeniya makîneyên kar vediguhast li teqînê qelibî. Di bûyerê de 4 karkerên di nava pîqabê de canê xwe ji dest dan.
Lêkolîna derbarê teqînê berdewam e.
AA