Esnafên halê yên li Silopiyê gihîştin cihê xwe yê nû. Şaredariya Silopiyê ji bo esnafên xwe haleke di standartên Ewropaye de ava kir û tehsîsê esnafan kir.
Şaredariya Silopiyê ji bo xizmet û avakirina bajêr xebatên xwe didomîne.
Ji wan projeyan yek jî ji bo esnafên hala Silopiyê bû.
Li navçeyê li gorî standartên Ewropayê haleke modern hat avakirin.
Hala ku li ser 5 donim erdî ye, ji 22 dikanan, mescîd û cihê bêhnvedanê pêk tê.
Esnaf dibêjin cihê berê teng bû, niha li cihekî xweş û fireh karê xwe baştir dikin.