Li Silopiyê kelecana eydê

Li Silopiya navçeya Şirnexê Eyda Remezanê rûyê esnafan geş kir...

Li Silopiyê kelecana eydê

Li Silopiya navçeya Şirnexê Eyda Remezanê rûyê esnafan geş kir.

Esnaf Yunus Bîlîşîk daxuyanî da û got ku welatî bi kelecana eydê dan û standinê dikin.

Bîlîşîk diyar kir, bûyerên ku berê qewimîn tesîreke neyînî li ser bazirganiyê jî kir û wiha dewam kir, "Milet 3 sal berê tengasiyeke mezin derbas kir. Hemd ji Xwedê kar û bar careka din baş bûn, herêma me bi ser xwe va hat. Bi hizûrê va 20 roj in sûka me qerebalix e. Gel tevdîra eydê dibîne. Em dixwazin ku hizûr timî wiha serdest be."

Celal Bîlgeç jî diyar kir ku li gor salên berê li sûkê qerebalixî zêde ye û ew ji dan û standinê kêfxweş in.

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE