Nûnertiya Weqfa Ciwanan a Tirkıyê ya Silopiyê beriya 2 mehan ji bo jinan kursa fîlografıyê ango ya hunerên destkariyê vekiribû. Ji wê çaxê ve ye gelek jin hunerên destkariyê hîn dibin û pê debara xwe dikin.
Li Silopiya Şirnexê ji bo jinan kursa fîlografiyê ango kursa hunerên destkariyê hat vekirin.
Kursa ku beriya 2 mehan hat vekirin, ji aliyê Nûnertiya Weqfa TÜGVA’yê ya Silopiyê ve hat organîzekirin.
Gelek jin û keç beşdarî vê kursê dibin.
Nûnerê Weqfê dibêje: “Heta ji destê me bê em ê ji bo jinan kursên cûrbicûr vekin.”