Li Silopiyê muqabeleyên remezanê

Li mizgeft û medreseyên heremê dengê Quranê bilind dibe...

Li Silopiyê muqabeleyên remezanê

Di meha remezanêde misilman elaqeyek mezin nîşanî mûqabeleyan didin. Li Silopiya Şirnexê jî welatî diçin mizgeft û medreseyan û guhdariya qurana pîroz dikin. Di van muqabeleyan de tevlî mezinan beşdarên biçûk jî hene .

Xitm ango miqabeleyên quranê... welatî li mizgeft û medreseyan him li qurana pîroz guhdarî dikin him jî xitm dikin.

Li silopya Şirnexê jî ji mizgeft û medreseyan dengê Qurana pîroz bilind dibe.

Welatî, bi saya van muqabeleyan him manevîyata remezanê hîs dikin him jî xwendina Quranê pêşve dibin.

Tenê ne mezin zarok jî tên mizgeftan û li muqabeleyan guhdarî dikin.

Miqabele her sal roja ewil a Remezanê dest pê dike û heta cejnê dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE