Li Silopiyê nexweşiya 60 endamên malbatekê heman e

"Birayê min ê mezin û xwarizyê min ê 18 salî ji ber vê nexweşiyê mirin. Divê ji bo ferdên malbatê lêkolîneke genetîk bê kirin."

Li Silopiyê nexweşiya 60 endamên malbatekê heman e

Li Silopiya navçeya Şirnexê di malbatekê da 60 kes bi nexweşiya "Sendroma QT a kin"ê ketine.

Li navçeyê welatiyê bi navê Haci Dalaman ji nişkê va nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelioglu ya Cizîrê. 

Li wir hat tespîtkirin nexweşiya Dalaman "Sendroma QT a kin" e. Ev nexweşiyeke bi genên mirovan ra eleqedar e, semptomên wê yên gelek cuda hene ku di nav wan semptoman da yek jî ew e ku dibe ji nişkêva dil bisekine û ew kes bimre.

Piştî vê tespîtê ferdên malbata Dalaman jî çûn nexweşxaneyê û muayene bûn. Hat tespîtkirin bi 60 endamên malbata ra heman nexweşî heye. 

Doxtoran pîla dil avêtin dilê Haci Dalaman û hin ferdên malbatê yên heman nexweşî bi wan ra heye. 

- "Divê ji bo ferdên malbatê lêkolîneke genetîk bê kirin"

Dalaman got birayê wî yê mezin û xwarizyê wî yê 18 salî ji ber vê nexweşiyê mirine û wiha axivî: "Divê ji bo ferdên malbatê lêkolîneke genetîk bê kirin. Ji bo her yek tetkîkê 10 hezar lire hewce dike. Daxwaza me ji Wezareta Tenduristiyê ew e ji bo tedawî û dermanên vê nexweşiyê bila alîkariyê bike. Divê pîla dil a mayînde bavêjin ji sedî 80ê ferdên malbatê."

- "Di nav 20 salan da 18 kes ji ber vê nexweşiyê mirine"

Serhat Gunluyê Doktorê Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelioglu ya Cizîrê jî got di nav 6 malbatan da 150 kesî ra ev nexweşî heye.

Gunlu anî ziman dema Haci Dalaman gotiye eqrebayên wî di temenekî ciwan da dimrin wan xwestiye ew bên nexweşxaneyê û muayene bibin.

Gunlu got piştî muayeneyê ev nexweşî hatiye tespîtkirin û wiha dewam kir: "Li gor fikra me ji malbata Dalaman di nav 20 salan da 18 kes ji ber vê nexweşiyê mirine. Me pîla dil a mayînde avête dilê 10 kesan. Kesên din ên ku em ji vê nexweşiyê dikevin şikê jî emê bişopînin û testên genetîk çêbikin."

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE