Li Silopiya Şirnexê, Dibistana Mehmet Akîf Ersoyê bi çalakiyekê bal kişand ser xwendinê. Xwendekar û malbatan li dibistanê bi hev re pirtûk xwendin.
Mamosteyên Dibistana Mehmet Akîf Ersoyê, bi Projeya Xwendina Malbatan bala malbatan kişandin ser xwendinê.
Di çarçoveya projeyê de malbat hatin dibistanê û bi zarokên xwe re pirtûk xwendin.
Zarok her heftê pirtûkekê dixwînin û paşê pirtûkan didin hevalên din. Bi vî awayî xwendekar dikarin hemû pirtûkan bixwînin.
Ev çalakî dê heta dawiya salê dewam bike.