Di 17ê hezîranê de terorîstên rêxistina terorî PKK’yê li aliyê Çiyayê Cûdiyê yê lı Silopiya Şirnexê kemîn danî û 4 welatiyên sivîl qetil kirin. Ji ber êrîşa xayîn ji 3 malbatan 9 zarok bêbav man. Li mala şehîdan hêj jî şîn û girîn heye.
Li aliyekî zarokên biçûk, li aliyê din dayik û jinên bi girîn û xemgîn.
Ev dîmenên zarok, dayik û jinên 4 karkerên şehîd ên Silopiya Şirnexê ne.
Di kemîna xayîn a terorîstan de sivîlên bi navê Hacı Atilla, Osman Tuncay û Nesim Beştaş şehîd ketin.
Li pey her sê welatiyên sivîl 9 zarokên biçûk û bêguneh man.
Êrîşa xayîn di 17ê Hezîranê de çêbûbû û di ser re nêzî hefteyek derbas bû.
Lê hêj jî li mala şehîdan şîn û girîn heye.
Him hevser him jî bavên şehîdan dixwazin heyfa zarokên wan bê hilanîn.