Li Silopîya Şirnexê, mamosteyeke jêhatî pêşaneya resman vekir. Mamoste û xwendekaran bodrûma dibistanê kir cihê hûnerê. Em ê berê xwe bidin pêşaneyê…
Mamosteya hunerê Esîn Polatê pêşaneya resman vekir.
Mamosteya jêhatî bodrûma dibistanê ya xirab paqij kir û bi awayekî delal raxist.
Ew jêrzemîna xirabe bi resmên xwendekaran bû hunergeh.
Li dibistanê hezar û 100 xwendekar hena. Wan nêzî 1500 nîgar çêkirin.
bi saya mamosteya xwedanxîret, hemû telebeyan resim çêkirin.
Xwendekarên mektebê êdî gava ku karê wan nebe, diçin hunergehê.