Li Şırnakê 2 hezar û 600 tablet li xwendekarên hewcedar hatin belavkirin

Li Şırnakê 2 hezar û 600 tablet ku di çarçoveya kampanyayê da hatin berhevkirin li xwendekarên hewcedar hatin belavkirin.

Li Şırnakê 2 hezar û 600 tablet li xwendekarên hewcedar hatin belavkirin

Li Şırnakê 2 û 600 tablet ku di çarçoveya kampanyayê da hatin berhevkirin li xwendekarên hewcedar hatin belavkirin.

Waliyê Şırnakê Ali Hamza Pehlivan di merasima li hewşa Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî da axivî û diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê ku hemû dinya daye ber xwe da xwendekar jidûrva perwerdeyê distînin û 2 hezar û 600 tabletên ku ji ber vê yekê bi kampanyayê hatin berhevkirin dê bi rêya rêveberên dibistanan li xwendekarên hewcedar bên belavkirin û wiha dewam kir:

"Di çarçoveya kampanyayê da vê gavê 2 hezar û 600 tablet ketin destê me, em ê jî van li navenda parêzgehê û navçeyan belav bikin. Wekî bajêr me bi qasî 1000 tabletî ji welatiyên xêrxwaz û saziyên me dabîn kirin. Ew tabletên me jî tên wergirtin, em ê wan jî bela bikin. Helbest dil dixwaze ev hejmar zêde bibe."

Wekîla Şaredar Bahar Cavlak, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Albay Tamer Bilacan, Wekîlê Midûrê Ewlekariyê Îbrahîm Çildir, Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Îbrahîm Halil Erkan û midûrên dibistanan beşdarî merasimê bûn.

Piştî axaftinan tablet radestî midûrên dibistanan kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE