Hat ragihandin ku bi xebatên qanîkirinê yên Wezareta Karên Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê va li Şırnakê 3 mensûbên din ên rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku mensûbên rêxistina terorê 6 sal berê beşdarî rêxistinê bûn û herî dawî jî li Iraqê fealiyet kirine.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji serê salê vir va hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê va teslîm bûn, derket 144an.
AA