Li Şirnexê piştevaniya dewletê di 2 salên dawîn da li bajêr 38 jinan dest bi miteşebisiyê kir.
Serokatiya Îdareya Piştgirî û Pêşvebirina Saziyên Biçûk û yên Zêde Nemezin (KOSGEB) piştgiriyê dide jinên li bajêr ku dixwazin bibin xwedî kar.
Li bajarê Şirnexê di 2 salên dawîn da 38 jinan ji piştgiriya krediya bêfaîz û makîneyê ya KOSGEBê îstifade kir.
Midûrê Bajêr ê KOSGEBê Omer Gungor daxuyanî da û got ku KOSGEBê li bajêr piştevanî da 38 jinên di qadên cihê da veberhênan kirin û bûn xwedî kar.
Gungor destnîşan kir ku dewlet ji bo jinan cihêkariyeke pozîtîf dike û wiha domand: "Ji bo kesên dixwazin kar vekin 50 hezar ji bo makîneyê kar û 70 hezar jî krediya bêfaîz ku heta 375 hezarî piştevaniyê didin.
Hayal Erkana li bajaroka Balverena ser Şirnexê ku 5 sal berê bi kîloyek qehweya kizwanê dest bi kar kiribû û bi saya piştevaniya ji dewletê hilda niha bi sedan kîlo qehweya kizwanê difiroşe.
Cahîde Ugura li navenda bajêr bi piştgiriya ji KOSGEBê hilda 5 meh berê konfeksiyon vekir û niha 35 xebatkarên wê hene û hewl dide ku di nav 2 salan da 100 kes li cem bixebitin.
Ugurê got ku ew dixwazin ber û berhemên xwe bi marqeya xwe çêkin û bifiroşin.AA