Li Şırnakê çalakiya dayikên li pey zarokên xwe

Dayik ev 17 hefte ne li ber avahiya HDPê nobedê digrin

Li Şırnakê çalakiya dayikên li pey zarokên xwe

Jineke ku bertek nîşanî dayikan da hat binçavkirin

li Şırnakê dayikên li pey zarokên xwe nobeda xwe didomînin. nobeda dayikan ket hefteya 17’an. di hefteya 17’an de hin dayik bi alaya Türkiyeyê û dirûşmên li dijî terorê hete ber serokbajariya hdp’ê meşiyan. di dema çakakiyê de jineke ku bertek nîşanî dayikan da hat binçavkirin.

Di destê wan de Alayên Türkiyeyê , bi dirûşmên li dijî terorê meşiyan.

Ev dîmen ji çalakiya dayikan a li navenda Şırnakê ne.

Dayikên dilşewat li nêzî Serokbajariya HDPê ji bo zarokên xwe yên ku bi destê HDPê hatine revandin çiyê nobedê digirin.

Nobeda dayikan ku ket hefteya 17an dewam dike.

Dayikan di hefteya 17an de çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de gelek dayik bi alayên Türkiyeyê hete ber avahiya HDPê meşiyan, dirûşmên li dijî rêxistina terorî gotin.

HDPyiyan jî sîstema deng a li avahiyê vekirin û xwestin hawara dayikan neyê sahkirin.

Tenê daxwazeke dayikan heye ew jî li benda zarokên xwe ne.

Di dema çalakiyê de jineke ku bertek nîşanî dayikan da jî ji aliyê polîsan hat binçavkirin.

Jinik ji bo îfadeyê hat birin midûriya ewlekariyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE