Li Şırnakê çalakiya malbatên mexdûrê terorê

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê çalakiya malbatên mexdûrê terorê

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê piştî meşê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî li dar xistin.  

Jinên ji Şırnakê yên zarên wan bi destê terorîstên PKKyî hatine revandin, di êrîşan da eqrebeyên wan hatine kuştin, malbatên xazî û şehîdan piştî meşa li Kolana Usteymen Mehmet Esînê Şahîd hatin pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Malbatên alayên Tirkiyeyê û dowîzên li ser "Jinên Şirnexî hesab dipirsin", "Ji terorê ra rê tune" hatibûn nivîsandin û wêneyên zarên wan ên hatine revandin dabûn destê xwe dirûşmeya "Qehr bibe PKK, qehr bibe HDP", "Şehîd namirin, welat parçe nabe" gotin.

Sakîne Kartala ji bo Veysî Kartalê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku kurê wê 7 sal berê di 17 saliya xwe da revandin çiyê, ji bo kurê xwe ji HDPyê bixwaze hat pêşiya avahiya partiyê çalakî kir.

Kartalê got ku ewladên xwe dixwazin û wiha pê da çû: 

"Tu kes bê xweyî nîne, hela zarên me qet bê xweyî nînin. Zarên me xapandin û birin serê çiyê, sîlah dan destên wan û ji me ra xistin dijmin. Ew zarên xwe li dervayê welêt didin xwendin lêbelê yên me dixin qurban. Em vê tu carî qebûl nakin. Çi heqê wan heye ku vê tînin serê me? Bira zarok, jin, xuşk û birayên bişînin. Ji zarên me çi xwesntin? Hetnaî ku sax be ez ji bo kurê xwe canê xwe didim. Bira zarên me bidin. Hetanî zarên xwe hildin em ê çalakiyê bidomînin."

Zehra Gungora 31 sal berê 13 kesên ji malbata wê bi destên terorîstên PKKyî hatin qetilkirin jî got ji bo piştgiriyê bide malbatên zarên wan revandine çiyê beşdarî çalakiyê bû.

Gungorê wiha got: "Rêxistina terorê ya destbixwîn 31 sal berê guh neda jin, kal û pîran hinekên wan şewitand û kuştin. Hetanî dayîk bigihîjin zarên xwe çalakiya me yê dewam bike. HDPyê hesabê vê bide."

Malbatên bi qasî demekê li pêşiya avahiya HDPyê çalakî kirin paşê belav bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE