Li Şirnakê cesedê karker Hasan Înalê (30) ku di bin kana komirê da mabû hat dîtin.
Li gor agahiyan, du roj beriya vê li madena komirê ya ku li gundê Uçkîrazê ye û bêrûhset fealiyet dike qeza çêbû. Di encama qezayê da karkerek di bin madenê da asê ma.
Li ser bûyerê tîmên AFADê û Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî sewqî herêmê kirin. Di encama xebatan da cesedê karker Hasan Înal hat dîtin.
Cesedê Înal ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnakê. AA