Li Şırnakê esnafên dikanên xwe vedikin kêfxweş bûn

Ramazan Canoruçê esnaf got piştî demeke dirêj li gor rêgezên rûpêç, mesafe û hijyenê ew ê bi kapasîteya ji sedî 50yî va dîsa dest bi xizmetê bikin, ji bo vê jî gelekî kêfxweş in.

Li Şırnakê esnafên dikanên xwe vedikin kêfxweş bûn

Li Silopiya navçeya Şırnakê bi pêvajoya normalbûnê ya nû va esnaf dikanên xwe vedikin û ji bo vê jî kêfxweş in.

Li gor nexşeya nirxandina rîska Kovîd-19ê Şırnak di nav bajarên rîska wan herî kêm da cî digire. Li Silopiya navçeya Şırnakê jî xwediyên restoran û kafeyan amadehiyên vekirina dikanên xwe dikin.

Ramazan Canoruçê esnaf got piştî demeke dirêj li gor rêgezên rûpêç, mesafe û hijyenê ew ê bi kapasîteya ji sedî 50yî va dîsa dest bi xizmetê bikin, ji bo vê jî gelekî kêfxweş in.

Canoruç ji esnafan ra ber û bereket xwest û got daxwaza wî ew e ku nexweşî xilas bibe.

Îskan Ozdemirê xwediyê loqanteyê jî got hetanî niha ji ber nexweşiyê li gor serwêsa malan dixebitîn, li ser biryara vê carê hat dayîn kêfxweş bûn, sererastkirinên xwe dikin ku xizmetê bidin mişteriyan.

Mehmet Bulutê welatî jî got ji ber bidawîbûna astengan gelekî şa bûn û wiha pê da çû: "Li malê bîna me teng dibû. Niha baş bû. Ji Birêz Serokomarê me ra sipas dikim. Ji ber ku asteng rakirin em kêfxweş bûn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE