Li Şırnakê ewil aramî çêbû, paşê jî veberhênan geş bûn

Li Şırnakê 5 sal berê operasyonên dijî terorê çêbûn û li bajêr aramî û ewlehî pêk hat, bi saya 233 miteşebisan 1798 kes bûn xwedî kar û bar.

Li Şırnakê ewil aramî çêbû, paşê jî veberhênan geş bûn

 Bajarê Şırnakê ya ku ji siya terorê xelas bû ewil aramî çêbû û paşê jî veberhênan pêşva çûn.

Li Şırnakê 5 sal berê operasyonên dijî terorê çêbûn û li bajêr aramî û ewlehî pêk hat. Bi serkêşiya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, wezaret û saziyên bi mijarê ra eleqedar in, Walîtî û şaredariyê bi hev ra xebat meşandin û bajêr geşedanên mezin çêbûn.

Bi saya xebatên teşwîqê, erdnigariya bajêr, nifûsa wê ya ciwan Şırnak ji bo veberhênanan bû cihekî balkêş.

Di nav 5 salan da ji tekstîlê bigire heta mobîlya, çandinî û gelek qadan 233 şirketan li navenda Şırnakê , Cizre, Silopi û Îdilê kargeh vekirin. Ji van 71 şirketan di dema şewba vîrusa koronayê veberhênan kirin.

Ji ber van veberhênanan 1798 kes bûn xwedî kar.

Di nav salekê da dema şewbê da bi saya veberhênanan 426 kes bûn xwedî kar û bar.

- "Dewlet ji bo veberhênerên li herêmê cudakariya pozîtîf dike"

Walî Alî Hamza Pehlîvan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê ji ber êrîşên menfûr ên rêxistina terorê ya ku 40 sal e dewam dikin di warê veberhênanê da pirsgirêkên mezin qewimîn.

Pehlîvan diyar kir ku di salên 2015-216an da ji ber pirsgirêkên ku di encama êrîşên ku bi kolana xendeqan derketin holê dewlet bi lez ket nav pêvajoya avabûnê û bi saya vê yekê aramî hat pêkanîn û got ku "Bi atmosfera aramiyê va karsazên me li bajarê me kargehên biçûk û mezin vekirin. Em jî ji bo ku veberhêner û muteşebîsên xwe teşwîq bikin hewl didin ku modêlan derxînin holê."

Pehlîvan ragihand ku di demek nêz da veberhênerekî xwest ku fabrîqeya tekstîlê ava bike serîlêdan kir û da zanîn ku li Kampusa Zanîngeha Şırnakê cî hat dayîn, bi avakirina fabrîqeyê va di maweya kurt da ji bo 300 kesî, dê pêvajoya paşê da jî ji bo 1000 kesî îstixdamê pêk bîne.

Pehlîvan got ku "Li navçeyên me yên Silopi û Cizreyê eleqe û verbehênanên muteşebîsên me ji bo OSByan heye" û wiha axivî:

"Dewleta me li herêma me ji bo veberhêneran cudakariya pozîtîf dike. 'Tekstîlkent'a ku dê li Silopiyê meha pêş me bê avakirin ji bo veberhênerên me dê bibe bingehek. Li Cizreyê Navenda Pêşxistina Kar (ÎŞGEM) tê avakirin. Helbet dema ku ev pêngav di nav veberhêneran da tên bihîstin, çiqas veberhêner tên yên din jî teşwîq dikin. Em ê OSBya li navendê jî di demek kurt da amade bikin û wir jî ji bo veberhênerên xwe guncav bikin. Di serî da tekstîl eleqeya ji bo OSByan me gelekî kêfxweş dike. Veberhênan tê wateya îstixdamê. Ez wisa difikirim ku bi berterefbûna şewbê va encam dê baştir bibin."

- "Bajar bû navenda cazibeyê"

Karsaz Îbrahim Halil Erkan ku li bajêr di warê vejena tavê da veberhênan kir, diyar kir ku wî ji ber êrîşên rêxistina terorê plansaziya veberhênana ku sala 2015an kir, bi paş da xist.

Erkan diyar kir, bi edilandina aramiya Şırnakê va wî biryar da ku veberhênan xwe ya ku paş da xistibû, pêk bîne û wiha dewam kir, "Li ser qadeke 23 hezar metrekareyî me veberhênaneke bi 12 milyon lire sermayeyê va pêk anî. Bi vê dewama wê jî dê were. Ez wisa bawer im, karsazên xwemalî û biyanî divê li vê derê veberhênanê bikin. Bajêr di 3 salên dawîn da bû navenda cazibeyê."

Karsaz Reşît Başer ku li Şırnakê veberhênana tekstîlê kir jî diyar kir, wî vêga 50 kes îstixdam kirin û wiha dewam kir, "Ji ber şewbê em bi vardiya dixebitin. Armanca min ew e ku piştî şewbê, reqama îstixdamê derxim 100î. Her wisa em ji bo bakurê Iraqê jî îxracatê dikin. Em hêvî dikin ku ev aramî dê bidome."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE