Li Şırnak û Hakkariyê operasyon

Li Şırnak û Hakkariyê operasyonên "Eren Cûdî-Besta" û "Eren Kazan-Ogul" dan destpêkirin

Li Şırnak û Hakkariyê operasyon

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li Şırnak û Hakkariyê bi beşdariya 5 hezar û 280 personelî operasyonên "Eren Cûdî-Besta" û "Eren Kazan-Ogul" dan destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, "Operasyonên Eren" bi piştgiriya gel va bibawerî û bibiryar didomin.

Di vê çarçoveyê da ji bo ku rêxistina terorê bi temamî ji rojeva welêt were derxistin û terorîst bên berterefkirin, li Şırnakê operasyona "Eren Cûdî-Besta" û li Hakkariyê jî operasyona "Eren Kazan-Ogul" dan destpêkirin

Di sewq û îdareya Fermandariya Şaxartêşa Asayîşa Cendirmeyê da 352 tîmên operasyonel, 5 hezar û 280 personelê ji komandoya cendirmeyê, tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polêsan û gundparêzan pêk tên di operasyonê da beşdar in.

Di çarçoveya "Operasyonên Eren" ku li nava welêt 11ê Rêbendana 2021ê dan destpêkirin da heta niha 22 terorîst hatin berterefkirin, 75 hevkar hatin qefaltin, 666 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin, gelek çek-muhîmat û her wiha xurek û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE