Li Şırnakê ji ber berf û bagerê rêya 11 gundan girtî ye

Li Şırnakê ji ber berf û bagerê rêya 11 gundan girtî ye

Li Şırnakê di encama berf û bagerê da rêya 11 gundên navendê û her wiha yên navçeyên Uludere û Beytuşebabê hatin girtin.

Rêya gundê Guneyçam ê navendê, gundê Ortabagê yê Uludereyê û her wiha yên navçeya Beytuşebabê Mezra, Gokçe, Çiglica, Ilicak, Cevizagaci, Dagalti, Yeşiloz, Başagaç, Bolucekê ji ber berf û bagerê hat girtin. 

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û yên Rêbejayiyê ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.

Her wiha ji ber barîna berfa ku du roj e didome, li navenda bajêr sitûriya berfê cih cihan gihîşt 20 santîmetreyî, li ciyên bilind jî gihîşt 30 santîmetreyî.

Li navenda bajêr ekîbên şaredariyê bi makîneyên kar, rêyên serekî paqij dikin, berfê vedirojin û rêyan xwê dikin.

Zarokan jî tevî malbatên xwe li derva ji xwe ra topa berfê leyîstin û kêf kirin.

Li Taxa Cumhuriyetê Haci Bilirê ku li ber mala xwe bûka berfê çêkir, diyar kir ku ew bi zarên taxê ra topa berfê dileyîze da ku kêfa zarokan xweş be.

Bilir diyar kir ku ew ji berfê ra hesret mabûn û wiha dewam kir, "Min ji bo zarokan bûka berfê çêkir. Me di zaroktiya xwe da tê ra xwe neleyîst. Bi zarokan ra ez bûm zarok û ez vegeriyam zaroktiya xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE