Li Şırnakê ji bo kesê ku 2 bizinkovî kuştin ceza

Li Şırnakê cezayê pere li kesê ku 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan parve kir hat birîn

arşîv
Li Şırnakê ji bo kesê ku 2 bizinkovî kuştin ceza

Li Beytuşebaba navçeya Şırnakê 503 hezar û 270 lîre cezayê pere li kesê ku 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan li ser medyaya civakî parve kir hat birîn.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê tesbît kir ku hefteya çûyî kesekî 2 bizinkovî kuştin û wêneya wan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Ekîban her wisa tesbît kir ku ev kes, A.T. ye û Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî agahdar kir.

Midûrê Şaxê Orhan Kalay diyar kir, ji xeynî çoltera bajêr, li navçeyên Beytuşebab, Îdîl, Uludereyê jî jîngeha bizinkoviyan heye.

Kalay bal kişand ku wan ji welatiyan xwest ku di mijara parastina çavkaniyên xwezayî da baldar bin, heger na ew ê tedbîran bisepînin.

Kalay wiha got, "Di vê çarçoveyê da ji bo şexsê têkildar ji ber kuştina 2 bizinkoviyan 500 hezar lîre, ji ber dijayetiya Qanûna Nêçîrvaniya Bejayê ya Nimro 4915an jî 3 hezar û 270 lîre, bi tevahî 503 hezar û 270 lîre ceza hat birîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE