Li Şırnakê jin ji bermayiyên malê pêlîstok û susan çêdikin

Bi saya ADEMa îmkanê dide qursiyeran ku xwe pêş bixin amûran çê bikin û ji wan dahatê qezenc bikin jin dibin xwedîmeslek û tevkariyê didin debara mala xwe.

Li Şırnakê jin ji bermayiyên malê pêlîstok û susan çêdikin

 Li Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) ya li Silopiya navçeya Şırnakê jinên qursiyer di pêvajoya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bermayiyên malê pêlîstok û amûrên susê çêdikin.

Bi saya ADEMa îmkanê dide qursiyeran ku xwe pêş bixin amûran çê bikin û ji wan dahatê qezenc bikin jin dibin xwedîmeslek û tevkariyê didin debara mala xwe.

Li navendê 150 jinên qursiyer di pêvajoya Kovîd-19ê da ji amûrên zêdebarî kêm û zêde 1500 pêlîstok û susên malan çêkirin.

Jin amûrên ku çêkirine li ser medyaya civakî parve dikin, li gor siparîşan jî amûrên nû çê dikin û pê dahatê qezenc dikin.

Aylîn Oktena Kordînatora Navçeya ya ADEMê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jinên di pêvajoya vîrusê da li malê man li navendê hatin ba hev ji xwe ra meslek hîn bûn, bi sertîfîkayên sitandin va li dikanan ji xwe ra bûn xwedî kar.

Oktenê got girîngiyê didin perwerdeya jinan û ev ji bo pêşketina civakê gelekî girîng e.

Oktenê got civakên jinên wan baş nehatine perwerdekirin nikarin zarên xwe jî baş perwerde bikin, li navendê bi vê vizyonê hereket dikin.

Oktenê diyar kir ku qursên wan ên wekî destkariyê, xalîçe û carcim, xwendin û nivîsandinê hene û wiha pê da çû: "Wekî mayîn em di mijara ji tiştên berê çêkirina amûrên nû da jî jinan serwext dikin. Di vê mjarê da me nexşerêya xwe li gor Projeya Sifir Sergo ya di hîmayeya Emîne Erdogan xanima Serokomar Erdogan da dewam dike xêz kir."

Oktenê got ku ew ji aliyekî va jî dixwazin eleqeya li ser hawirdorê zêde bikin û di debara malê da keda jin û zaroka piçek din zêdetir bikin û wiha domand: "Em ji bermayiyan gelek tiştan çêdikin û difiroşin. Bi vî awayî him jin xwe pêşva dibin him jî di qada bazirganiyê da dahat bidestdixin. Hin hevalên me yên ku bûn xwedî kar jî hene û wan dikan vekir. Em jî bi vê yekê kêfxweş bûn. Em dixwazin vê projeyê bidomînin û bila jin bikaribin ji heqê xwe bên der."

"Şakirtên me yên ku ji xwe ra bûn xwedî kar hene"

Canan Mungan a di qursê da hîndekara westa ye got ku ew li gor merîfatê şaqirtên xwe di qursê da digirin û wiha domand: "Di dema şewbê da jin zêde aciz bûn. Tên vê derê behna wan derdikeve. Li qursê piştî perwerdehiyê sertîfîka hildidin û bi wê jî dikarin bibin xwedî kar. Şakirtên me yên dikanên xwe vekirin û bûn xwedî kar hene."

Ji kesên tên qursê Ayşegul Urtekînê got ku wê 4 meh berê dest bi qursê kir û bêhna wê derket, tiştên çêdike jî difiroşe û jê dahatê qezenc dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE