Li Uludereya navçeya Şirnexê kamyonet wergeriya şerampolê û ji ber qezayê 5 kes mirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin kamyoneta ku tê da xebatkarên Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê AŞ (DEDAŞ) hebûn û Azat Dîkmen (26) diajot li rêya gundê Yemîşliyê li bariyerên li kêleka rê qelibî.
Kamyonet bi tesîra lêxistinê pekiya û wergeriya şerampolê.
Di qezayê da digel ajokar Dîkmen Muhammet Mehdî Alturk (21), Nurettîn Yildiz (54), Ozcan Benek (24) û Fîkret Apaydin (29) ên di kamyonetê da bûn giran birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîîbên Tenduristiyê yên Acîl a 112an û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
5 birîndarên ku rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Şirnex û Uludereyê jî digel midaxeleyên hatin kirin bi ser xwe va nehatin û mirin.AA