Li Şirnakê kursa şaredariyê

Jinên bajêr ji alavên kevn ên malê modelên nû çêdikin...

Li Şirnakê kursa şaredariyê

Li Şirnexê kursiyerên beşdarî kursa şaredariyê dibin, amûrên kevn ên malê, bi teknîkên cuda dixin şikleke nû. Piraniya beşdarên vê kursê jinên malê ne. Kursiyer bi vî awayî him meslek hîn dibin him jî piştgirî didin debara mala xwe.

Di kursa Şaredariya Şirnexê de, jin bi berhemên kevn modelên nû çêdikin.

20 kursiyer hene û piraniya wan jinên malê ne. Ew heftê 5 rojan tên vê kursê.

Kursiyerên jin him hînî meslekê dibin him jî ji alavên kevn ên malê piştgiriyê didin debara mala xwe.

Herwiha kursiyerên jin dixwazin jinên din jî werin û beşdarî kursê bibin.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE