Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPçalakî kirin.

Malbatên zarokên wan ji hêla terorîstên PKKyî va hatine revandin, yên zarokên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin, malbatên şehîd û xaziyan li ser kolana Sertegmenê Şehîd Mehmet Esîn meşiyan û paşê hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê .

Malbatan di destê xwe da alayên Tirkiyeyê hejandin, wêneyên zarokên xwe girtin.

Malbatan dirûşmeyên wek "Bila PKK qehir be, HDP hevkar e", "Şehîd namirin, welêt perçe nabe", "Tirk û Kurd bira ne, yên cudahiyê dixe navberê qeleş e" berz kirin.

Dayik Hamdiye Arslana kurê wê Dogan 5 sal berê revandine çiyê got ew ji bo ku kurê xwe li vir e.

Arslanê got kurê wê bi destê HDPyê ji bo PKKyê dema bûyerên xendeqan da çûye dibistanê bi zorê hatiye revandin û wiha dewam kir: "HDPyî zarokên xwe dikin karmend, doxtor, endezyar, li dervayî welêt didin xwendin, lê zarokên yên mîna me feqîr jî dibin çiyê. Ez kurê xwe dixwazim, heta hilnedim ezê ji vir neçim. Tu kesî ra neheqiya min û şaşiya min çênebû. Yên ku qaşo dibêjin ew ji bo kurdan dixebitin zarokên me birin, Kurdên rastîn em in, em Kurd in. Heke bixwazin dikarin kurê min bînin. Çi heqê wan hebû, zarokên me ji me qetandin."

Malbatên li ber avahiyê HDPyê qasî demekê çalakî kirin, paşê belav bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE