Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPçalakî kirin.

Malbatên zarokên wan ji hêla terorîstên PKKyî va hatine revandin, yên zarokên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin, malbatên şehîd û xaziyan li ser kolana Sertegmenê Şehîd Mehmet Esîn meşiyan û paşê hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê .

Malbatan di destê xwe da alayên Türkiyeyê hejandin, wêneyên zarokên xwe girtin.

Malbatan dirûşmeyên wek "Bila PKK qehir be, HDP hevkar e", "Şehîd namirin, welêt perçe nabe", "Tirk û Kurd bira ne, yên cudahiyê dixe navberê qeleş e" berz kirin.

Dayik Hamdiye Arslana kurê wî yê 14 salî 5 sal berê revandine çiyê got ew ji bo ku kurê xwe ji HDPyê bixwaze her hefte ji Îdilê tê û ewê vê çalakiyê bidomînin.

Arslanê got ew nabêjin berf û serma tên li vir û wiha axivî: "Malbat çalakiyê ji bo zarokên bi zorê revandine çiyê dikin. Bila kes nemire, êdî dayik negirin. Zarokên me hê biçûk bûn ji me veqetandin birin. Em dixwazin zarokên me teslîmî me bikin. Em nizanin di vê berf û zivistanê da halê zarokên me çi ye. Emê ji bo zarokên xwe li vê sermayê bên ber HDPyê. Zarokên wan di nav zewq û sefayê da ye, zarokên me jî hatin revandin. Zarokên me bixwendana, jiyaneke wan a xweş hebûya ma wê çi bûbûya?. Lê wan nehîşt."

Dayik Emîne Ustekê jî got kurê wî metîn 5 sal berê bi hinceta ewê herin seyranê revandin çiyê, ew ji bo ku kurê xwe her pêncşem tê vir.

Ustekê wiha got: "Berf û baran bibare jî ez ji bo ku kurê xwe ji HDPyê dixwazim ezê werim vir."

Malbatên li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin paşê belav bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE