Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê piştî meşê, hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê û li wir çalakî kirin.

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên bûne mexdûrên terorê piştî meşê, hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê û li wir çalakî kirin.

Malbatên zarokên wan ji hêla terorîstên PKKyî va hatine revandin, yên zarokên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin, hatin ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê .

Malbatan di destê xwe da alayên Tirkiyeyê hebûn ala hejandin, wêneyên zarokên xwe girtin.

Malbatan dirûşmeyên wek "Bila PKK û HDPya hevkar wê qehir be", "Tirk û Kurd bira ne, yên cudahiyê dixe navberê qeleş e" berz kirin.

- "Em dixwazin zarokên me bidin me"

Dayik Hamdiye Arslana ji bo kurê xwe yê 5 sal berê di 14 saliya wî da ev revandine çiyê got ew her hefte ji navçeya Îdilê tê ku beşdarî vê çalakiyê bibe û ew dixwaze bigîhîje kurê xwe.

Dayik Arslanê wiha got: "Em dizanin ku zarokên me bi destê HDPyê birin çiyê. Ew zarokên xwe li Ewropayê didin xwendin û zarokên me jî bi destê wan dişînin çiyê û çek didin destên wan. Çi gunehê me hebû, çima zarokên malbatên feqîr ên 14 salî dikin qurbana xwe? Em dixwazin zarokên me bidin me. Emê vê bixwazin, lewra ev heqê me ye."

- "Xwedê heqê me ji wan ra nehêle"

Dayik Emîne Ustekê jî got kurê wî Metîn 5 sal berê bi hinceta ewê herin seyranê revandine çiyê û heta rewşa wê ya tenduristiyê hebe ewê her pêncşem bê û beşdarî vê çalakiyê bibe.

Ustekê wiha got: "Ji bo ewledê xwe ezê çalakiyê bidomînim. Kurê min bi destê HDPyê birin. Çawa qêmîşî zarokên 14 salî kirin, çi heqê wan heye vê yekê li me dikin? Xwedê heqê me ji wan ra nehêle."

Nadîre Gungora eqrebaya şehîdekî ye jî got ew 18 hefte ye ji bo piştgiriyê bide dayikan tê û beşdarî vê çalakiyê dibe û ewê dewam jî bikin.

Malbatên li ber avahiyê HDPyê piştî demekê belav bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE