Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Hamdiye Arslan:"Ez piştî kurê xwe nedikarim razêm ne jî xwarin ji gewriya min derbas dibe. Êdî bes e, bila zarokên me bidin me, hêstirên çavên dayikan rawestin"

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên mexdûrên terorê piştî meşa ku kirin ku ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî li dar xistin.

Jinên ku terorîstên PKKyî zarokên wan revandine serê çiyê, eqrebayên wan di êrîşên terorê da mirine, malbatên şehîd û xaziyan pişî meşa ku li Kolana Serefserê Şehîd Mehmet Esîn kirin hatin ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Malbatên ku di destê wan da alayên Tirkan û wêneyên zarokên ku revandine serê çiyê hebûn dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr be, HDPya hevkar", "Şehîd namirin, welêr parçe nabe" berz kirin.

Partiyiyên li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê kom bûn jî bi muzîka bi dengê bilind û tîlîliyan va çalakî protesto kirin.

Hamdiye Arslanê diyar kir ku kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê û got ji bo ku ewladê xwe ji HDPyê bixwaze her hefteyê ji navçeya Îdilê tê û biryardar e ku çalakiya xwe bidomîne.

Arslanê got ku "Hê di 14 saliya wna da di bihara emrê wan da zarokên me ji me veqetandin, kezeba me şewitandin û revandin serê çiyê, çi heqê qan hebû ku vê bikin." û wiha axivî:

"HDP li her qadê behsa mafên mirovan dike, ma ev e parastina wan a mafên mirovan, di emrê biçûk da zarokên me dibin serê çiyê û çawa vê heqê distînin? Em zarokên xwe dixwazin. Çalakiya me dê her hefte dewam bike. Ez piştî kurê xwe nedikarim razêm ne jî xwarin ji gewriya min derbas dibe. Êdî bes e, bila zarokên me bidin me, hêstirên çavên dayikan rawestin. Bila êdî çavê dayikan nemîne rêya ewladên wan."

Arslanê got ku zarok bi destê HDPyê revandin serê çiyê û diyar kir ku siyasetmedarên HDPyî zarokên xwe li dervayî welêt didin xwendin, lê zarokên wan direvînin serê çiyê.

Arslanê ragihand ku Tirk û Kurd bira ne û li bin heman alayê dijîn û got ku "HDP bila dev ji vê siyaseta qirêj berde, bila êdî zarokêb xerîbanan nerevîne serê çiyê."

Emîne Ustekê jî da zanîn ku kurê wê Metîn 5 sal berê bi hinceta seyranê bi zorî revandin serê çiyê, çiqas tenduristiya wê dest bide her pêncşem ji bo ku kurê xwe ji HDPyê bixwaze dê çalakiyê bike.

Ustekê got ku "Heta ku ez sax bim ez ê bim vê derê. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim, ewladê min li ku be bila bînin bidin min. Xwedê ji wan razî nebe. Zarokên xelkê dibin serê çiyê, Xwedê nebe alîkarê wan."

Malbatên ku demekê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr çalakî kirin paşê belav bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE