Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Li Şırnakê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPçalakî kirin.

Jinên ji Şırnakê yên terorîstên PKKyî zarên wan revandine çiyê, eqrebeyên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin û malbatên şehîd û xaziyan li Kolana Mehmet Esînê Şehîd meşiyan û hatin pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Malbatên wêneyên zarên hatine revandin û alayên Tirkiyeyê dabûn destê xwe bi dirûşmeyên "Qehir bibe PKK, HDPya hevkar", "Şehîd namirin, welat belav nabe", Kurd-Tirk bira ne, cihêkar qelaş in" û "Qehir bibe PKK" gotin.

Hamdiye Arslana kurê wê 5 sal berê di 14 saliya xwe da hat revandin diyar kir ku ji bo kurê xwe ji HDPyê bixwaze her hefteyê ji Îdilê tê, bi biryar in ku çalakiyê bidomînin.

Arslanê got zarên wan bi navbeynkariya HDPyê hatin revandin û li bendê ne ku bi destê HDPyê jî paşda werin û wiha pê da çû: "Xwedê heqê me li erdê nehêle. Ew zarên xwe li xwendingehên dervayê welêt didin xwendin zarên me feqîran jî direvînin çiyê û dikin qurban. Zarên wan dibin mamoste, doxtor, karmend, zarên me li çiyê ne. Em naxwazin tu kes were kuştin, em dixwazin bira êdî hêsrên çavên dayikan bisekinin."

Emîne Usteka ku Metînê kurê wê 5 sal berê revandin çiyê jî got ku ji hinceta seyranê kurê birin û revandin çiyê.

Ustekê ku got hetanî taqeta wê hebe ji bo kurê xwe ji HDPyê bixwaze ew ê rojên pêncşemê were çalakiyê û wiha pê da çû: "Em jî dixwazin dema diçin malê ewladên xwe bibînin lêbelê dema ku wan nabînin cîgeram me dax dibe. Çima zarên me ji me qetandin, çi heqê wan hebû?"

Malbatên qasî demekê li pêşiya avahiya HDPyê çalakiya xwe domandin paşê belav bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE