Li Şırnakê "Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê" dan destpêkirin

Li Şırnakê "Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê" dan destpêkirin

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ersoy got, "Ji bo ku em welatê xwe ji vê belayê (PKKya rêxistina terorê) xelas bikin, li dijî kesên ku guh nadin xebatên me yên qanîkirin û bangewaziyên me yên 'teslîm bibin'ê, ders ji operasyonên ku me kirine hilnedane, nabînin ku dawiya vî karî tuneye û hê jî ji emelên xayîn ên rêxistinê ra xizmetê dikin, me ji pêr pê va Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê da destpêkirin."

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Ersoy bi Waliyê Şırnakê Alî Hamza Pehlîvan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetîn, Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Tumgeneral Ahmet Hacioglu ra der heqê "Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê" ku li dijî PKKya rêxistina terorê li Çiyayê Cûdiyê yê 2017 raqimî dan destpêkirin da ji Fermandarê Tûxaya Cendirmeyan Tuxgeneral Alper Sir agahî hilda.

Ersoy li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku PKKya rêxistina terorê li herêmê zilm anî serê gel, şîdet kir, zarok revandin serê çiyê û ew kirin terorîst û îstismar kirin. Ersoy got ku rêxistinê gelek tişt bê merhemetî anî serê malbat û ewladên wan.

Ersoy daxuyand, PKKyê negot ev ciwan, kal û pîr, jin û mêr, zarok û dergûş in û komkujî kirin; ji çandiniyê bigire heta heywandariyê, ji sanayiyê bigire heta madenkariyê, turîzmê, di her qadê da derbeyên giran li aboriya herêmê xist, êrîşên nemerd û qeleş birin ser wezîfedarên qamûyê yên ku seba xizmeta gel hatine herêmê.

Ersoy got, "Me bedelên giran dan û em derketin vê rojê, lê rêxistina terorê ew qas zilm, îxanet, qeleşî, zext kir û bi gelê herêmê û welatê me êş û jan da kişandin, dîsa jî qasî serê derziyê pêş neketiye." 

Ersoy axaftina xwe wiha domand:

"Bi helwesta biryardar a Serokomarê me, bi xîret û serkirdariya Wezîrê me yê Karên Navxweyî, hemahengiya hemû dem û dezgehên me yên ku têkoşîna terorê didin, avantaja me ya teknolojiya xwemalî û neteweyî, ezm û cehda hêzên me yên ewlekariyê va di warê tunekirina rêxistina terorê ya cudaxwaz da me qonaxên girîng derbas kirin. Ji xeynî van TSKyê bi Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê û Operasyona Pencik-Pilingê ku hê jî dewam dike va derbeyeke mezin li derva li rêxistinê da."

Ersoy bal kişand ku li hundir jî têkoşîneke mezin tê dayîn û lewma beşdariya rêxistinê ya ku dihat diyarkirin salane bi qasî 5 hezarî ye, di 2019an da berjêrî 130î bû û îsal jî bi tenê 22 ye.

Ersoy diyar kir ku ji kesên ku di salekê da beşdar dibin, jê 3 caran zêdetir kes jî berjêr dibin û lewma xebatên îqnayê bi serketî didomin.

Qutkirinên bêtêlê yên rêxistinê di sala 2016an da 14 hezar û 582 bûn, lê îsal bi tenê 201 e. Wate rêxistin êdî ketiye halekî wisa ku nikare bi bêtêlê jî biaxive û wiha got:

"Me sala 2019an Operasyonên Kiranê serkeftî temam kirin û me ji bo tesfiyekirina mensûbên rêxistinê yên ku xwe di şikeft û stargehan da veşartin, Operasyonên Kiranê pêk anîn.

Me di herdu operasyonan da encamên baş bi dest xist. Bi saya van hemû xebatan îro hejmara terorîstên di nav sînorên me da ne daketiye 400î. Wek Wezîrê me jî got bi têkoşîna ku îsal emê bikin û pêvajoya li pêş me va rêxistina cudaxwaz wê biqede û bibe rêxistineke marjînal." 

Ersoy got ji Serokomar bigire heta her qedemeya dewletê bi hevahengî û hembaweriyê em ji vê encamê bawer dikin.

Ersoy anî ziman bi saya bawerî, cehd, wêrekî û tecrubeya hêzên ewlehiyê yên qehreman ew dikarin bigîhijin vê armancê û wiha dewam kir: "Ji bo ku em bigîhijin vê armancê, em gelê herêmê ji vê belayê (PKKyê) xilas bikin me xebatên qanîkirinê dan destpêkirin, me bang kir ku teslîm bibin. Lê ji bo kesên guh nedane van, ji operasyonên me dersek hilnedan, fêm nakin ku dawiya vê tiştê tune û xizmeta armancên xayîn ên rêxistinê dikin me ji îro pê va "Operasyona Yildirim-1 Cudiyê" da destpêkirin."

Ersoy destnîşan kir ku operasyon wê dewam bikin û ji Çiyayê Cudiyê bigire hemû cihên hesas ew ê operasyonan bidomînin.

- Di têkoşîna dijî terorê da bibiryarî

Ersoy got Cudî, Gabar, Kato, Bestler Dereler, Feraşîn ku tê bîra mirovan heta aramî pêk bê, yek terorîstek nemîne, welatî bikaribin rehetî herin û bên têkoşînê dewam bike û behsa 15ê Tîrmehê jî kir û anî ziman ku li hemberî hemû rêxistinên terorê têkoşîn tê dayîn.

Ersoy wiha axivî:

"Ji bo bibîranîna hemû şehîdên ji bo vî welatî û 15ê Tîrmehê canê xwe dan der me navê vê operasyonê danî "Birûsk". Ji ber vê ji miletê me yê ezîz ê piştgiriyê dide helwesta me ya biryardar, operasyonên me yên piştî 2016an tên kirin bi me bawer dike, ji Serokomarê bigire hetanî hemû sazîyan û malbata şehîdên me yên di serxweşiyan da dibêjin bira welat sax be ra sipas dikim. Bira dilê wan rihet be, em ê sozên ku me dabûn bigrin û di binê alaya sor da ji bo 85 milyon di ewlehiyê da bijî hizûrê pêk bînin. Ji qehremanên me yên beşdarî operasyona li Çiyayê Cûdiyê bûn û yên ku ew ê beşdar bibin ra bi dil û can serkeftinê dixwazim. Xwedê kevir li lingê wan nexe."

- 1485 personel beşdarî operasyonê dibin

Tuxgeneral Alper Sirê Fermandarê Lîwaya Qomandoyên Cendirme ya Çakisoxutê jî got li herêma ziyaretê ya Nuh Pêxember a Çiyayê Cûdiyê ne, ev dera ciyê herî bilind ê çiyê ye.

Sir destnîşan kir ku 58 tîmên qomandoyan, 12 tîmên herekata taybet a cendirmeyan, 12 tîmên herekata taybet a polêsan, 18 tîmên gundparêzan û 2 tîmên tevlihev bi tevahî 102 tîmên ji 1485 kesan pêk tên beşdarî Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê bûn, ji bo ciyên terorîstan bibînin, wan berteref bikin vê operasyonê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE